Rojnameger û rewşenbîr Yûra Nabîyev koça dawî kir
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Rojnameger û rewşenbîr Yûra Nabîyev koça dawî kir

BasNews- Kesayetî û rojnamegerê naskirî yê gelê kurd li Moskowê paytexta Rûsyayê koça dawî kir.

Îro roja sêşemê 06.07.2021ê rojnameger, nivîskar û kesayetiyê naskirî û Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd û Rûsyayê ji ber nexweşiyê di temenê 68 saliyê de li Moskow koça dawî kir.

Yûra Şamîl Nabîyev roja 26.10.1953an li bajarê Tiflisê yê Gurcistanê li dayik bûye û bi rûxana Yekîtiya Sowyetê re di sala 1991an de çûye Moskowê û li wir bi cî bûye.

Yûra Nabiyev yek ji wan kesan bû li Moskowê piştevaniya referandûma serbixwebûna Herêma Kurdistanê kir û ligel rewşenbîr û karsazê kurd serdana Serok Mesûd Barzanî kir û piştevaniya kurdên Sovêtê ji Serok Barzanî re anîbû ziman.

Herwiha Berpirsê Giştî yê Malpera Riataza.comê bû û derbarê dîrok, siyaset û rewşa kurdan bi dehan gotar belav kirine. 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved