Bijîşkekî Rûsî, kesên vaksîna vîrusa koronayê verdigrin hişyar dike
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Bijîşkekî Rûsî, kesên vaksîna vîrusa koronayê verdigrin hişyar dike

Herman Xalîd

BasNews – Bijîşkekî Rûsî hişyarî da wan kesên ku vaksîna vîrusa koronayê li xwe didin û daxwaz ji wan dike ji cigare kêşanê dûr bikevin.

Li gor nûçeya Sputnik a Rûsî,bijîşk Lyodmîla Laba ragehandiye: ‘’Cigare kêşan di sê rojên piştî wergirtina perpûna vîrusa koronayê, dibe ku bibe sedemê krîza dil û bandoreke xirab li ser bedena wî kesî bike.’’

Lyodmîla Laba got: ‘’Cigare xwîna mirov tîr dike û nabe ew kesê ku vaksîna koronayê li xwe dide di 3 rojên piştî wergirtina perpûnê cigarê bikêşin û ya baş dermanê dijî tîrbûna xwînê jî wergirin.’’

Derveyî kêşana cigarê jî, li gor wê bijîşka Rûsî vexwarina alkolê jî piştî wergirtina derziya vîrusa koronayê dibin sedemê tîrbûna xwînê û metirsiyê li ser kes ava dike.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved