Herman Xalîd
BasNews – Berpirsekî Îranê ragehand ku heta naha 12 welatan daxwaza kirîna perpûn ango vaksîna ku Îranê hilberiye kirine.
Serokê lijneya tenduristiyê li Parlamentoya Îranê Husên Şehryarî di civîneke encûmena bilind a şoreşê ya rewşenbîrî de ragehand: ‘’Naha 100 milyon doz perpûnê ya ‘’Kov Îran Bereket’’ di embarên welat de hene.’’
Perpûna ‘’Kov Îran Bereket’’ ji aliyê zanayên Îranê ve hatiye çêkirin û li gor gotinên Husên Şehryar jî 12 welatan daxwaz pêşkeş kirine bo kirîna wê vaksînê.
Heta naha 3 milyon û 254 hezar û 818 kes li Îranê bi vîrusa koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 84 hezar û 792 kesan jî jiyana xwe bi wê vîrusê ji dest dane.