Diyarî Ehmed
BasNews – Gruba bajar ya bi bingeh kirina Jêhatîbûnê li bajarê Kerkûkê heftiyekî rewşenbîriyê di bin navê ‘’Jin û Jêhatîbûn’’ birêve dibe û serpereştyarê grubê zanyarî li ser çalakiyê aşkera kirin.
Îro 28.06.2021ê serpereştyarê gruba bajar ya bi bingeh kirina Jêhatîbûnê Heval Dara ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gruba me li bajarê Kerkûkê heftiya rewşenbîriyê bi navnîşana ‘Jin û Jêhatîbûn’’ birêve dibe, ku destpêkê me çalakiyek duh êvari birêve bir û semînerek bi navê ‘’Xwe kuştina jinan û bandorên wê yên li ser civakê’’ ve destpê kir û semînerek ji çalakvanên bi navê Sirûd Mihemed û Awêzan Nûrî hate birêkxistin.’’
Herwaha got: ‘’Di semînerê de balkêşana ser sedemên serekî yên xwekuştina jinan û bi taybet rê û tedbîrên dawî anîna wê diyardeyê hatin behs kirin. Herwaha ew kesên ku di hewla xwekuştinê de serkeftî nabin û piştre bikare ew kesane ji aliyê derûnî ve bên aram kirin û daxwaz li hikûmetê hate kirin li Kerkûkê pêwîste xwedî li wan derketin çêbe û pêwîste aliyê derûnî yên wan kesên ku têkçûye bên çareser kirin. Herwaha pêwîste cîhê pêwîst bo jinan bê dabîn kirin û bi giştî behsa sedem û çareseriya wê diyardeyê hate kirin.’’
Heval Dara got: ‘’Di berdewama vê heftiya rewşenbîrî de sibe êvari jî semînerek din dê li bajarê Kerkûkê ji bo Kenêr Ebdula bi navê ‘’Jin di navenda azadî û heskirinê de’’ bê birêve birin. Herwaha roa pêncşemê jî panelek dê ji bo endama berê ya encûmena hilweşandî ya parêzgeha Kerkûkê Ciwan Zengene bi navê ‘’Jin û hikûmranî û astengiyên berdewam’’ de birêve biçe û çend çalakiyên me yên din jî dê hebin.’’