BasNews – Penaberekî kurd yê Rojhilatî, ku çend roj berê li Yûnanê birîndar bibû, canê xwe ji dest da.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, penaberekî kurd yê Rojhilatî bi navê Ramîn Şerîfî, ku roja 5 vê mehê li Yûnanê di rûdaneka tirafîkê de birîndar bibû, îro li nexweşxanê canê xwe ji dest da.
Di rûdana 5 vê mehê de, du penaberên Rojhilatî miribûn û du jî birîndr bibûn. Yek ji birîndaran, Ramîn Şerîfî bû, yê din jî Loqman Ehmedî bû. Tevahiya qurbaniyên wê rûdanê xelkê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bûn.