BasNews – Li bajarokê Pêncwên yê Silêmaniyê kompaniyek ji ber têkdana jîngehê teslîmî dadgehê hat kirin.
Berpirsa pêwendiyên partiya Kesk ya Kurdistanê, Tirê Nasîh ji BasNewsê re got, ev çend roj in li gundê Hengejal yê nahiya Germik ya Pêncwênê, kompaniyek bi behaneya kar di kanzayeka keviran de zêdetirî du hezar darên berûyê qut kiriye. Ji ber wê jî partiya me îro li dadgeha Pêncwênê gilî li wê kompaniyê kir.
Tirê Nasîh her wiha got, wê kompaniyê di nav du rojan de herî kêm du hezar dar qut kiriye, eger pêşiya wê neyê girtin dê bi sedan hezar daran qut bike.