BasNews – Li bajarokê Qeladizê yê Herêma Kurdistanê du kesan êrişî dikanekî kirin û kujmek mezin dirav dizîn.
Berdevkê polîsê devera Raperîn, Şoriş Îsmaîl ji BasNewsê re got, îro danê sibê li bajarê Qeladizê du kesên nenas ku rûyê xwe pêçabûn, êrişî dikanekî kirin, li dikandar dan û diravê wî dizîn û reviyan.
Wî efserê polîs da zanîn, dikandar birîndar bû û 42 hezar û 700 dolar her wiha 20 milyon dînar jî diravê wî dizîn.
Berdevkê polîsê Raperîn da zanîn, lêpirsîn û lêkolîn li ser wê rûdanê dest pê kiriye û fermana girtinê jî bo wan tohmetbaran hatiye dayîn.