Bi video – Li Hewlêrê ji ber bûyerekî hatûçûnê kesekî jiyana xwe ji dest da Bi video – Li Hewlêrê ji ber bûyerekî hatûçûnê kesekî jiyana xwe ji dest da
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bi video – Li Hewlêrê ji ber bûyerekî hatûçûnê kesekî jiyana xwe ji dest da

Heme Perêşan

BasNews – Berdevkê rêveberiya hatûçûna Hewlêrê ragehand, li ser rêya Gircotyar a Behrke ya ser bi Hewlêrê bûyerekî hatûçûnê pêkhat û kesekî jiyana xwe ji dest da.

Îro 21.06.2021ê berdevkê rêveberiya hatûçûna Hewlêrê Fazil Hacî videoyek li ser tora xwe ya civakî facebookê belav kir û ragehand, serê sibehê demjimêr 05:00ê di rêya Gircotyar a Behrke taksiyek ji ber leza zêde ji kontrola şofêr derket û li depoyekî mermeran da.

Herwaha diyar kir di encama bûyerê de şofêrê otomobîlê jiyana xwe ji dest da, derveyî wê jî ziyaneke madî yê mezin derket holê.

Fazil Hacî got: ‘’Piştî li kamerayên çavdêriyê hat nêrîn derket ku berî bûyerê şofêr lez çûye û bê agah bûye û dibe razabe jî, yan jî dibe ku berî bûyerê krîza dil derbas kiribê û jiyana xwe ji dest dabe. Ji ber otomobîl piştî ji rê derketiye di cîha ku leza wê kêm bike, leza wê zêdetir dibe.’’