Fermandarekî Pêşmerge: Aras Cengî û birayên wî ji ber şermezarin naxwazin hêzên Pêşmerge vegerin Kerkûkê Fermandarekî Pêşmerge: Aras Cengî û birayên wî ji ber şermezarin naxwazin hêzên Pêşmerge vegerin Kerkûkê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Fermandarekî Pêşmerge: Aras Cengî û birayên wî ji ber şermezarin naxwazin hêzên Pêşmerge vegerin Kerkûkê

BasNews – Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li bajarokê Çemçemalê Kadîr Şehîd Nazim ji BasNewsê re ragehand. ‘’Rêveberiya nû ya YNKê de çend ax froşên wek Aras Cengî têdene, ku naxwazin hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê vegerin Kerkûkê, ew bajar ku Mam Celal wek Qudsa Kurdistanê pênase dikir, lê naha Heşdî Şeibî ew dagir kiriye. Kurdên Kerkûkê tên perçiqandin, zarokên Şêx Cengî jî dibêjin Kerkûk ti pirsgirêka xwe tine û çima dê hêzên Pêşmerge vegerin bajarê Kerkûkê.’’

Herwaha got: ‘’Aras Cengî û birayên wî Kerkûk firotin, êdî dê çima bixwazin hêzên Pêşmerge vegerin bo bajar? Ew di asta binemalên şehîd û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de şermezar bûn, ji ber wê naxwazin hêza Pêşmerge bi serbilindî vegere bajarê Kerkûkê.’’

Fermandarê hêzên Pêşmerge got: ‘’Aras Cengî û birayên wî her wê rojê şermezarî hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û malbatên şehîdan bûn ku Kerkûk firton û radestî Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê kirin. hemû cîhan şahide wê ye, Pêşmerge ji salên 70ê dijî rejîma Beis û gelek rêxistinên navnetewî şer kir û destkeftên baş bidestanîn. Heta ku ev pêkhateya siyasî ava bû û bû dergûşa aram bo kurdên herçar parçeyên Kurdistanê. Lê kurên Şêx Cengî nekarîn berevaniyê li Kerkûkê bikin û ji bo berjewendiyên xwe li gel artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî rêkeftin. Mixabin ti wefayekî wan bo xwîna şehîdan nebû û herî dawiyê bajar firotin Heşdî Şeibî.’’

Kadîr Şehîd Nazim got: ‘’Malbatên şehîdên wek xayîn li Aras Cengî û birayên wî dinêrin. Ji ber di saya wan de Heşdî Şeibî Kerkûk dagirkir û kurdên Kerkûkê diperçiqîne, lê ev welate xwediyê wê hene û malbatên serbilind ên şehîdan xwediyê rast ê vî welatî ne. Ji ber wê rojek dê bê firotina Kerkûkê, Aras Cengî û birayên wê dadgeh bike û ti kesek rihmê li wan nake û dê bikevin ber nefret û cezayê gel.’’