Li Nîjeryayê di pevçûna çeteyên çekdar û artêşê de 16 kes mirin Li Nîjeryayê di pevçûna çeteyên çekdar û artêşê de 16 kes mirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Nîjeryayê di pevçûna çeteyên çekdar û artêşê de 16 kes mirin

Rukiye Mistefa

BasNews – Li eyaleta Nîger a Nîjeryayê di navbera artêş û çeteyên çekdar de şer pevçûn derket û 15 endamên wan çeteyên çekdar û leşkerekî jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya çapemeniya Nîjeryayê, li herêma Kontagora ya ser bi eyaleta Nîgerê di navbera artêş û çeteyên çekdar de pevçûn derket.

Di pevçûnê de leşkerekî artêşê û 15 endamên çeteyên çekdar jiyana xwe ji dest dan û hat ragehandin gelek endamên wê çeteye jî bi birîndarî reviyane.

Piştî pevçûnê gelek çek û amûrên çeteyan hatin bidestxistin.