Rojhat Luqman
BasNews – Şeva borî li taxeke bajarê Duhokê ji ber bûyerekî hatûçûnê ciwanekî jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê rêveberiya hatûçûna parêzgeha Duhokê Azad Teha ji BasNewsê re ragehand: ‘’Derengê şeva borî li taxa Keverkê ya bajarê Duhokê ji ber bûyerekî hatûçûnê ciwaneke temen 29 salî yê bi navê H.N jiyana xwe ji dest da. ‘’
Herwaha got: ‘’Bûyer demjimêr 12:30ê pêkhat û ciwanekî xwestiye ku ji şeqamê ango ji rê derbasî milê din bibe û pîkabekê li wî daye û piştî ew gehandin nexwaşxaneyê ji ber birîna wî pir giran bû jiyana xwe ji dest da.’’