BasNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî ahenga derçûnê ya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Duhokê bû û ragihand, em naxwazin çavkaniya dahata me tenê neft be.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di merasima derçûna qutabiyên zankoya Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê beşdar bû û gotarek pêşkêş kir.
Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de spasiya endamên desteya zanîngehê û karmend û mamostayên zanîngehê kir û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xwendevanên derçûyên salên 2020-2021ê kir.
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez bi rûmet im ku amade me û şahidê serketina we me. Ez pesnê xebatên we didim ku hûn li hember astengên pandemiya Koronayê bi ser ketin û perwerdeya xwe domandin.”
Herwiha destnîşan kir: “Ji sibata 2020an ve hûn li ser xwendina xwe û wergirtina dersên xwe bi rêya online, berdewam bûn. Ez kêfxweş im ku xwendin bi awayekî serkeftî li vê zanîngehê birêveçû û bûye modêla ku zanîngehên din jî bi vî awayî xwendinê bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku xwendekaran hewl dan bi belavbûna pandemiyê re bi awayekî xwebexş bixebitin û alîkariya hejaran bikin ku bûne modelek ji bo lidarxistina gelek kampanyayên cuda û beşdarbûneke wan a çalak hebû û serdana cihên ciyawaz dikirin û projeyên xwebexşî û xêrxwazî encam dan.
Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Tevî hebûna Koronayê karîn gelek projeyên serkeftî pêk bînin ku ji bo wan bûye xaleke mezin. Herwiha ew sîstema elektronîkî ya ku wan damezrand ji bo ku xwendekar sûdê ji pirtûkxaneya zanîngehê werbigrin û xwendina xwe bidomînin û karîn gelek projeyên biçûk ên bazirganî pêk bînin. Derçûyên zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê hewl dan ku li ser asta Iraqê beşdarî di pêşbirkeke zanistan de bikin.”
Serokê hikûmeta Kurdistanê behsa pêşxistina aboriyê di hemû war û sekotran de jî kir û got, em naxwazin çavkaniya dahata me tenê neft be.