BasNews – Li bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd ku çend roj berê birîndar bibû, can da.
Hefteya borî du kolberên kurd, ku her du birayên hev bûn, li nahiya Newsûd ya Kirmaşanê di êrişa pasdarên Îranê de birîndar bibûn.
Navê yekê Beşîr Ehmedzade û navê yê din jî Besîr Ehmedzade bû. Her du jî xelkê gundê Dişe yê bajarê Pawe bûn.
Li gorî agahiyan, duhî Besîr Ehmedzade ku li nexweşxaneya Kirmaşanê dihat dermankirin, canê xwe ji dest da.
Tê gotin ku berpirsên hikûmetê ji malbata wî kolberî re gotine heta dawiya hilbijartinên serkomarî û encumenên bajar û gundan, ku duhî birêve çû, behsa mirina kurê xwe nekin, ji ber wê jî termê wî nedabûn malbata wî!