Macron û Merkel li hember cureyên nû yên vîrusa koronayê hişyarî dan Macron û Merkel li hember cureyên nû yên vîrusa koronayê hişyarî dan
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Macron û Merkel li hember cureyên nû yên vîrusa koronayê hişyarî dan

BasNews – Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li dijî cureyên nû yên vîrusa Korona, bang li welatên Yekîtiya Ewropa (YE) kirin, da ku berevaniya xwe bikin.
Merkel û Macron dan zanîn, divê welatên YE ji bo vekirina sînorên ji ber vîrusa Korona hatine girtin bi awayekî kordînekirî bixebitin.
Macron eşkere kir, gerek YE rê nede belavbûna cureyên nû yên vîrusa Korona û destnîşan kir, welatên yekîtiyê Brîtanya ya bi zêdebûna varyanta Delta re rûbirû maye dişopîne.
Wî di preskonferansa hevbeş ya bi Merkel re diyar kir, hin welatan ji ber turîzmê sînorên xwe zû vekirin û da zanîn ku divê ew dijî cureyên nû yên vîrusa Korona baldar bin.
Merkel jî eşkere kir, ew nikarin wek ku dawî li vîrusa Korona hatiye tevbigerin. Merkel got: ‘‘Eger ne hemî azadî bin jî, ji bo em havîneke bi jimareke azadîyan bibînin, divê em hîn jî baldar bin.’’
Merkel di berdewamiyê de li ser peywendiyên YE û Rûsya jî da zanîn ku tevî hemî cudabîriyên ser Ukrayna û pevçûnên li Sûriyê jî divê ew bi Moskowê re dîyalogê bidomînin.
Serokwezîra Almanya hevdîtin û dîyaloga Serokê Amerîka Joe Biden û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin bi bîr xist û da zanîn, heman dîyalog ji bo Ewropa jî girîng e.
Macron jî di berdewamiya axaftina xwe de li ser aboriyê peyivî diyar kir, ne nîqaşa ser budçeyê û pêşdeçûn bi wan gerek e.