Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê civiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê civiya
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê civiya

BasNews- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro roja şemiyê 9/6/2021 pêşwazî li Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Mistefa Xalib Muxîf kir.

Di hevdîtinê de guftûgo derbarê hevahengî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî Iraqê di warê rêkxistina sektora bankê û rêgirtina li sipîkirina pereyan û bikaranîna xirap a pereyan bo karên ne yasayî û piştevaniya terorê hate kirin.

Herwuha Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê tekezî li wê kir ku Banka Navendî serederiyê bi Liqa Herêma Kurdistanê ya Banka Navendî ya Iraqê re dike ku bingeha Hewlêrê ye, week aliyekî fermî yê pêwendîdar û taybet di serperiştîkirina karûbarên bankî li Herêma Kurdistanê de.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel nîşandana amadehiya her hevkarî û hemahengiyekê bi Banka Navendî re, tekez kir ku rêkxistina sîstema bankî dikare bibe bingeheke girîng û bihêz ji bo pêşxistina jêrxaneya aborî û pêşxistina proseya werberhênanê û bidestanîna baweriya bank û dezgehên darayî yên navdewletî.