Kerkûk- 10 terorîstên DAIŞê hatin desteserkirin   Kerkûk- 10 terorîstên DAIŞê hatin desteserkirin  
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Kerkûk- 10 terorîstên DAIŞê hatin desteserkirin  

BasNews- Odeya Ragihandinê ya Wezareta Navxwe ya Iraqê aşkere kiriye 10 terorîstên DAIŞê li Kerkûkê hatine desteserkirin.

Îro şemiyê 19.06.2021ê Odeya Ragihandinê ya Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihandiye li parêzgeha Kerkûkê piştî zanyariyên hêzên îstîxbarata Iraqê û hêzên emnî di operasyonekê de 10 terorîstên DAIŞê hatine desteserkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de Wezareta Navxwe ya Iraqê aşkere jî kiriye, wan çekdarên DAIŞê bi awayekî nihênî kar ji bo rêxistina DAIŞê dikirin û di warê îstîxbaratî û peydakirina kelûpelên lojîstîkî ji bo endamên wê rêxistinê kar kirine.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Raîd Amir Nûrî derbarê desteserkirina wan terorîstên DAIŞê ji BasNewsê re aşkere kir ew terorîstên DAIŞê piştî zanyariyên îstîxbarata Iraqê û hêzên emnî yên Iraqê hatine desteserkirin.