Li Rojavayê Kurdistanê 54 kesên din bi vîrusa koronayê ketin Li Rojavayê Kurdistanê 54 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Rojavayê Kurdistanê 54 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

BasNews – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 54 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 54 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 14 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 6 kes li Dêrikê, 1 kes li Rimêlan, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Kobanî, 9 kes li Reqayê, 4 kes li Tebqayê, 1 kes li Dêrezorê, 7 kes li Kampa Holê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18366 kesan, ji wan 1854 kes baş bûne û 761 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.