Serok Barzanî bi boneya salvegera derbasbûna ji Rubarê Aras peyamek belav kir Serok Barzanî bi boneya salvegera derbasbûna ji Rubarê Aras peyamek belav kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serok Barzanî bi boneya salvegera derbasbûna ji Rubarê Aras peyamek belav kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera derbasbûna ji Rubarê Aras de peyamek belav kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam waha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro heftih û çar sal li ser destana dîrokiya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî yên li rûbara Aras da derbas dibe. Li 18ê hezîrana 1947 an de piştî pêncih sê roj şer û derbasbûna ji tixûbên Îran, Iraq û Tirkiyê û rûbirûbûna artêş û çekdarên sê dewletan û vala derxistina gefên dijminan li rêyeke dûr û dirêj û dijwar da Barzaniyê Nemir û hevalên wî karîn ji rûbara Aras derbas bibin û biçin axa Yekîtiya Sovyetê. Ew destane rehendên neteweyî û dîrokî û siyasî û serbaziya mezin hebû û bandoreke yek alîker li ser mayina doza rewaya Kurd ya li wê demê û li qonaxên paşerojê de bi cîh hişt.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê hemû hewlên dujminan ewe bû ku dawiyê bi xebat û têkoşîna gelê sitemlêkiriyê Kurd bînin û îradeya mirovê Kurd bişkînin. Lê belê ew destana dîrokî da îradeya gelê me li ser plana dijminan serket û ewe hate selmandin ku îradeya berxwedan û xwe bi dest ve nedan li nav gedeyên gelê Kurd da her dimîne û ew îradeye li hemû hêz û artêş û planek bihêztire. Destana dîrokiya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji rûbara Aras redkirina dagîrkerî û bindestiyê bû û hêviya mayîn û xebatê li dilê gelê Kurd de bi zîndî hişt.

Mesûd Barzanî
18.06.2021