Şêx Cehfer: PKK bahaneyan bo Tirkiyê çêdike Şêx Cehfer: PKK bahaneyan bo Tirkiyê çêdike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Şêx Cehfer: PKK bahaneyan bo Tirkiyê çêdike

Cotyar Kelarî

BasNews – Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cehfer Şêx Mistefa daxuyaniyekî de derbarê ew tengezariyên ku PKKê li navçeyên sînor çêkirine de got, tişta naha pêktê plana neyaran a dijî netewa kurd e.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cehfer Şêx Mistefa îro 18.06.2021ê ragehand, derbarê wan aloziyên PKKê li navçeyên sînorî de ava kiriye de got, eger mijar ji bo çekdarên PKKê berevanî li xwe kirin be çima hêzên Pêşmerge têkel dikin , ku daxwaza gelê kurd û Pêşmerge li ser wî şerî tine.

Herwaha pirskir û got; Çima PKK tenê li pêkhateya herêma Kurdistanê çalakiyên xwe bihêz kirine, ev dever bi xwîna hezaran şehîdan ve hatiye ava kirin û ew bahaneyan didin Tirkiyê ku êrîş bikin ser.

Şêx Cehfer Şêx Mistefa teqez kir: ‘’Em li gel hatina ti hêzekî biyanî nînin ku sînor û serweriyên herêma me bibezîne. Di heman demê de rêz li partiyên siyasî jî digrin ku ser axa herêma me pêşketine û me rê daye kar û çalakiyên siyasî bikin. Lê ti demekî em li gel wê nînin ku bibin hêvinê şer û nesaqamgiriyê û bibin sedemê vala kirin û malwêraniyê û şehîd kirina bi dehan xelkê sivîl ên li wan navçeyan.’’

Herwaha behsa plana neyarên kurd kir ji bo ava kirina alozî û nakokiyan li navçeyê û piştrast kir ku tişta naha pêktê plana neyaran a dijî neteweya kurd e.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê got: ‘’Em plana neyarên xwe dikarin bi yekrêziya navbera xwe ve têkbibin. Ji bo em bigehin peravekî aram bo gelê xwe yê westyayî ji ber şer û malwêraniyê.’’