Tirkiye- 71 kesên din bi Koronayê mirine   Tirkiye- 71 kesên din bi Koronayê mirine  
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tirkiye- 71 kesên din bi Koronayê mirine  

BasNews- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di heyama 24 saetên dawîn de 6 hezar û 221 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û 71 kes jî bi Koronayê mirine.

Îro roja çarşemê 16. 06.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê aşkere kir. Ligor zanyariyên Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê di heyama 24 saetên dawîn de 6 hezar û 221 kes  bi Koronayê ketne û 71 kes ji bi Koronayê mirie û 4 hezar û 632 nexweşên Koronayê baş bûne.

Herwiha heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 348 hezar û 249 kesan û 48 hezar û 950 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 5 milyon û 215 hezar û 654 kes jî ji vîrusê baş bûne.