Fransa- Êdî bikaranîna maskan neçarî nîne Fransa- Êdî bikaranîna maskan neçarî nîne
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Fransa- Êdî bikaranîna maskan neçarî nîne

BasNews- Serokwezîrê Fransayê Jean Castex ragihand; ji sibê ve biryara bikaranîna maskan dê neçarî nebe, eger li cihên qerebalix nebin.

Jean Castex diyar kir ku bi awayekî neçaverêkirî rewşa tendirustiyê ber bi baştir ve diçe.

Castex eşkere kir ku ji 17ê Hezîrana 2021ê şûnde, li cihên vekirî, bikaranîna maskan neçarî nîne.

Serokwezîrê Fransayê destnîşan kir ku ew ê hêdî hêdî rêkarên xweparastina ji Koronayê (Covid-19) sivik bikin û demjimêr 23:00ê şeva yekşema bê, qedexeya hatûçûnê ya ku li hinek deveran hatibû ragihandin, were rakirin.

Herwiha Jean Castex diyar kir; îhtimala mezin ew e ku heta dawiya meha Tebaxê, nêzîkî 35 milyon Fransî vaksîna Koronayê werbigrin.