Parlementerekî Îranê: Dema em dibînin jinên kurd kolberiyê dikin, em şerm dikin! Parlementerekî Îranê: Dema em dibînin jinên kurd kolberiyê dikin, em şerm dikin!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Parlementerekî Îranê: Dema em dibînin jinên kurd kolberiyê dikin, em şerm dikin!

BasNews – Endamekî parlementoya Îranê dibêje, dema em dibînin jinên kurd kolberiyê dikin, em şerm dikin.

Endamekî parlementoya Îranê bi navê Ehmed Emîrabadî Ferahanî, ku kesekî nêzîkî kandîdê serkomariya Îranê Îbrahîm Reyîsî ye jî, li ser bêkarî û kolberiyê li Rojhilatê Kurdistanê ji malpera Îranî ya kurdpress re ragihandiye, pirsgirêka kolberan û kolberiyê di demek kurt de nikare were çareserkirin û divê bi pilan û bernameyeka demdirêj were çareserkirin.

Wî parlementerê Îranî behsa kolberiya jinên kurd jî kiriye û gotiye, dema em dibînin jinên kurd kolberiyê dikin, mirov şerm dike. Gelo karbidest dê çawa bersiva Xwedê bidin! Divê karbidest hesab bidin ka çi kirine ku îro namûsa me neçar maye vî karî bike!

Wî endamê parlementoya Îranê, ku nûnerê bajarê Qomê ye û nêzîkî Îbrahîm Reyîsî ye jî, behsa serdana Îbrahîm Reyîsî (wê demê serokê dadweriya Îranê bû) ya Hewlêrê kir û bi rengekî ne rasterast bang li kurdan kir dengên xwe bidin Îbrahîm Reyîsî.

Bi gotina wî parlementerê Îranê, çawa ku Reyîsî di dema serokatiya dadweriyê de “karên baş!” bo kurdan kiriye, dema bû serkomar jî dê karên baş bike!

Îbrahîm Reyîsî sala 1988 û bi fermana Xumêynî, bi sedan kurd da îdamkirin û gulebarankirin.