Li Amerîkayê di 6 mehan de 272 êrîşên bi çek pêkhatiye Li Amerîkayê di 6 mehan de 272 êrîşên bi çek pêkhatiye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Amerîkayê di 6 mehan de 272 êrîşên bi çek pêkhatiye

Rukiye Mistefa

BasNews – Li Amerîkayê ji dawiya heftiya borî heta naha li 6 eyaletan êrîş pêkhatin û 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. herwaha li gor amarên sala borî ya 2020ê jî sedî 40 ew bûyer zêdebûn e.

Li bajarê Chicago jî di êrîşeke çekdarî ya li hember malekî pêkhat de 4 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

Herwaha li eyaleta Alabama jî karmendekî kargehekî du hevalên xwe yên kar kuştin, 2 ji wan jî birîndar bûn. Sedemê bûyerê jî nayê zanîn.

Ji dawiya heftiya borî heta naha li eyaletên Illinois, Carolina Bakur, Ohio, Teksas û Washingtonê êrîşên çekdarî yên pêkhatin de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Herwaha di 6 mehên destpêkê yên sala 2021ê de 272 êrîşên çekdarî pêkhatin û li gor sala borî sedî 40, li gor sala 2019ê jî sedî 65 ew bûyerên êrîşên çekdarî zêdebûne.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî daxwaz dike ku di zagona çek helgirtina kesî de guhertin bê çêkirin û çek rakirin zehmet bibe.

Heta naha di vê mijarê de bangên li kongreyê hatine kirin de ti encamek nehatiye bidest xistin.