Serok Barzanî pêşwazî li şandeka hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê kir Serok Barzanî pêşwazî li şandeka hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serok Barzanî pêşwazî li şandeka hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li cîgirê fermandeyê giştî yê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê kir.

Serok Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li cîgirê fermandeyê giştî yê hêzên hevpeyman li Sûriye û Iraqê, Bell Richard û şanda pê re kir.

Di civînê de, Bell Richard sersaxî da Serok Barzanî ji ber wan pêşmergeyên ku li çiyayê Metîna ji aliyê PKKê ve hatibûn şehîdkirin, her wiha şîfa jî bo pêşmergeyên birîndar xwast.

Cîgirê fermandeyê giştî yê hêzên hevpeyman li ser xebatên meydanî yên hêzên hevpeyman di şerê DAIŞê de li Sûriye û Iraqê, agahî da Serok Barzanî.

Di hevdîtinê de ev jî hat gotin ku avakirina navendên hevbeş bo hemahengiya navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî û hewlên pêkanîna hêza hevbeş girîng û pêwîst e.

Di civînê de behsa hewlên yekxistina hêzên Pêşmerge û çaksazî di Wezareta Pêşmerge de jî hat kirin.

Cîgirê fermandeyê giştî yê hêzên hevpeyman anî ziman ku hevgirtina Pêşmerge bo welatên hevpeyman gelekî girîng e.