BasNews – Li bajarê Xaneqînê du bircên elektirîkê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin teqandin.
Efserekî polîs li rêveberiya polîsê Diyale bi navê Felah Mihemed ji BasNewsê re got, îro danê nîvro du bircên elektirîkê li devera Kûbaşî ya Xaneqînê hatin teqandin.
Wî efserî da zanîn, ew du birc ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin teqandin, ji ber wê jî xelkê wê deverê bê elektirîk mane.
Li gorî agahiyên wî efserî, hêzên artêş û polîs gihîştin cihê teqîn û ew der dorpêç kirine.