BasNews- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di heyama 24 saetên dawîn de 5 hezar û 955 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 84 kes jî bi Koronayê mirine.
Îro roja sêşemê 15.06.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê aşkere kir. Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihandiye di heyama 24 saetên dawîn de 5 hezar û 955 kes bi Koronayê ketine û 84 kes bi Koronayê mirine û 4 hezar û 186 nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.
Herwiha heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 342 hezar û 25 kesan û 48 hezar û 879 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 5 milyon û 211 hezar û 22 kes jî ji vîrusê baş bûne.