BasNews- Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Maddeyên Hişbir a Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihandiye 2 tohmetbar ligel mîqdarek maddeyên hişbir hatin desteserkirin.
Ligor daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îro roja duşemê 14.06.2021ê karmendên Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê li Hewlêrê karîne 2 tohmetbar ligel mîqdatek maddeyên hişbir ku ji cureyên krîstal pêk hatibû desteser bikin.
Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê jî de hatiye aşkerekirin ji bilî maddeyên hişbir, demançeyek, kêrek, damboksek, û hin kelûpelên maddeyên hişbir jî hatine girtin.