BasNews- Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 11 kesên din bi Koronayê mirine û 613 kes jî bi Koronayê ketine.
Îro roja duşemê 14.06.2021ê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn di heyama 24 saetên dawîn de 613 kes bi Koronayê ketine û 11 kes jî bi Koronayê mirine û 612 kes jî baş bûne.
Herwiha heta niha li seranserî Herêma Kurdistanê, 177 hezar û 272 kes bi Koronayê ketine û 165 hezar û 684 kes baş bûne û 7 hezar û 215 kes di jêr çavdêriyê de ne û 4 hezar û 373 kes jî bi Koronayê mirine.