Almanya nehîşt grûpeka alîgira PKKê serdana Hewlêrê bike Almanya nehîşt grûpeka alîgira PKKê serdana Hewlêrê bike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Almanya nehîşt grûpeka alîgira PKKê serdana Hewlêrê bike

BasNews - Hikûmeta Almanya rêgirî li grûpekê kir ku dixwast serdana Hewlêrê bike, ji bo di bin navên cuda de piştevaniyê li çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bikin.

Li gor medyaya fermî ya Almanyayê, “Roja şemiyê li firokxaneya Dusseldorfê rê li ber endamên wê grûpa ku piştevanê PKKê ne hat girtin da ku serdana Hewlêrê nekin, ji ber ku çekdarên PKKê li Herêma Kurdistanê li dijî Tirkiyê şer dikin û welatiyên sivîl wek mertalên mirovî bi kar tînin.”

Rêveberê Polîsa Dusseldorfê ragihand, hejmara endamên wê grûpê, 18 kes in û rê ji bo nehat dayîn ji Dusseldorfê ber bi Hewlêrê ve biçin. Yek ji wan Hevserokê Fraksiyona Partiya Çep a li Parlamentoya Herêma Hambûrgê ya Almanyayê ye.

Rêveberê Polîs got jî: “Kiryarên vê grûpê ziyanê digihînin navê Almanyayê li hember hevpeymanên xwe.”

Medyaya fermî ya Almanyayê amaje bi daxuyaniyeke pêştir a Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dike ku tê behsa rawestandin û vegerandina hejmarek welatiyên Almanyayê kiribû ku bi niyaz bûn di bin navên cuda de aramiya Paytexta Herêma Kurdistanê têk bidin û di daxuyaniyê de jî tekez li wê hatiye kirin, ewlehiya Hewlêrê xeteke sor e û rê nayê dayîn ti kes çalakiyan bike.