Ji Şiwan Zirarî bo Bextiyar Şaweys: Eger pirsgirêk ji bo mûçe çêbe ji ber dizîna dahata Silêmaniyê ye Ji Şiwan Zirarî bo Bextiyar Şaweys: Eger pirsgirêk ji bo mûçe çêbe ji ber dizîna dahata Silêmaniyê ye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ji Şiwan Zirarî bo Bextiyar Şaweys: Eger pirsgirêk ji bo mûçe çêbe ji ber dizîna dahata Silêmaniyê ye

BasNews – Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Şiwan Zirarî bersiva fraksiyona YNKê ya Bexdayê da û bibîranî ku taxima xwefroş a 16ê cotmeha 2017ê ya nav YNKê de gelek xwefroşî pêkanîne û ‘’Ji bo rih an xelas bikin çûn, lê aborî jî li ser dan.’’

Berdevkê fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê ku yek ji zilamên taxima xwefroş a 16ê cotmehê tê nasîn, nivîsek belav kir derbarê guftûgoyên şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê yên li Bexdayê de, ku cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê Qubad Talabanî serokê wê şandeyê ye û gelek pênaseyên tund bikaranîn.

Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Şiwan Zirarî li ser vê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bextiyar Şaweys kesekî berdewam li pêş deriyê Lahor Cengî ye. ji ber taxima xiyanetkar nebe, kesek hesaba pûşekî ji bo Bextiyar Şaweys nake. Ji ber wê tişta em dibînin şerê bii wekalet ê navxweyî wê partiyê dike û bi rêya  êrîşa ser şandeya hikûmetê wê dike.’’

Herwaha got, di dema borî de gelek xiyanetên mezin ji aliyê taxima Lahor Cengî ve hatine kirin ku Bextiyar Şaweys jî di nav wan de ye. Wekî ku xiyaneta 16ê cotmehê û radest kirina bi dehan terorîstan ji nav girtîgehên Silêmaniyê hatin azad kirin û dan erebên şovenîst. Herwaha gelek soz dane xelkê û ku ew soz ji axayên xwe wergirtibûn. Wek guhestina mûçeyê fermanberên Silêmaniyê bo ser Bexdayê yan jî wekî ku seroka fraksiyona YNKê Ala Talabanî li Parlamentoya Iraqê soz da xelkê di rojên xiyaneta 16ê cotmehê de û digot mûçeyên Silêmaniyê dê ji Bexdayê bê şandin, lê ‘’Ji bo rih an xilas bikin, ne tenê simbêl jî aborî jî li ser danîn.’’

Parlamenterê PDKê daxwaz ji berdevkê fraksiyona YNKê kir, dest ji wan xwepêşkeş kirina berde, ji ber hemû xelk dizane eger pirsgirêkek hebe ji bo mûçeyên fermanberên Kurdistanê çêbe, ji ber neşandina dahata Silêmaniyê ji xizîneya hikûmeta herêma Kurdistanê re dê pirsgirêk çêbe.