Li Somaliyê di operasyoneke hember rêxistina Eş-Şebab de 50 çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin Li Somaliyê di operasyoneke hember rêxistina Eş-Şebab de 50 çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Somaliyê di operasyoneke hember rêxistina Eş-Şebab de 50 çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin

Rukiye Mistefa

BasNews – Li Somalî ya welatê Afrîqayê li hember rêxistina terorîst a Eş-Şebabê operasyon pêkhatin û di operasyonan de herî kêm 50 çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin û cîhên mayîna wan jî hatin jinavbirin.

Artêşa Somaliyê ragehand, ji roja 11ê Hezîranê heta naha li herêma Hiiraan li hember rêxistina terorîst a Eş-Şebabê operasyon pêkanîne û di operasyonê de herî kêm 50 çekdarên wê rêxistinê hatine kuştin û cîhên ku wê rêxistinê wek binke jî bikartanîn hatine jinavbirin.

Rêxistina Eş-Şebabê li herêmê li hember hêzên ewlehiyê û cîhên sivîl berdewam êrîşên çekdarî pêktîne û di demekî ku helbijartinên Somalî yên hatibûn paşxistin re amadekarî tên kirin û artêşa Somaliyê jî li hember wê rêxistinê operasyonan pêktîne.

Hat ragehandin heta naha operasyonên hatine kirin de 6 gund ji rêxistina Eş-Şebab hatine paqij kirin.