Rêveberê Gorran: Pêwîste YNK agirê şer gur neke Rêveberê Gorran: Pêwîste YNK agirê şer gur neke
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rêveberê Gorran: Pêwîste YNK agirê şer gur neke

BasNews – Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran daxwaz ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Tirkiye kir hest bi berpirsyartiyê bikin û şer li herêma Kurdistanê dûr bixin. Herwaha daxwaz ji YNKê jî kir ‘’Agirê şer gur neke.’’

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Baqî Mihemed Babale ji BasNewsê re ragehand, ew li gel şerê kurd – kurd de nînin û divê ‘’Tirkiye û PKK hest bi berpirsyartiyê bikin û şer ji me dûr bixin.’’

Herwaha got: ‘’Şehîd kirina 5 Pêşmerge li çiyayê Metîna gelek nexwaş bû, hestên me birîndar kirin. Bandor li ser hemû gelê Kurdistanê kir û dilê me êşand.’’

Derbarê hewldanên taxima nav YNKê de ya germkirina agirê şer dike de jî wî rêveberê Gorran ragehand: ‘’Nabe ti hêzek agirê şer germ bike, ezmûna şer medîtiye, her ciwaneke kurd bê kuştin em zerer dibînin. Herêma Kurdistanê jinavbiçe PKK jî zerer dibîne, ji ber wê em daxwaz dikin şer ji me dûr bixin.’’

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran got: ‘’Pêwîste YNK bi ti awayekî hewl nede şer derxe û agirê şer gur neke. Em ti demekî piştevaniyê li YNKê nakin eger bixwazin agirê şer gur bikin û em vê derbarê de hişyarî didin.’’