Îsmaîl Bêşîkçî: Êrişên PKKê li dijî Pêşmerge beşek ji pîlanên li dijî Herêma Kurdistanê ne Îsmaîl Bêşîkçî: Êrişên PKKê li dijî Pêşmerge beşek ji pîlanên li dijî Herêma Kurdistanê ne
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Îsmaîl Bêşîkçî: Êrişên PKKê li dijî Pêşmerge beşek ji pîlanên li dijî Herêma Kurdistanê ne

BasNews – Zanayê tirk û dostê gelê Kurdistanê, Prof.Dr. Îsmaîl Bêşîkçî dibêje, êrişên PKKê li dijî Pêşmerge beşek in ji komployên herêmî li dijî Herêma Kurdistanê.

Prof. Dr. Îsmaîl Bêşîkçî ji K24 re gotiye, ewa ku PKK li dijî Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dike, qebûlnekirina hikûmeta Kurdistanê ye. Ew dixwaze statûya Herêma Kurdistanê nehêle.

Bêşîkçî her wiha gotiye, ji sedsala borî ve komplo û pîlanên navdewletî li dijî gelê Kurdistanê tên danîn û êrişên PKKê li dijî Pêşmerge jî beşek in ji komplo û pîlanên navdewletî li dijî Herêma Kurdistanê.

Wî dostê gelê Kurdistanê daye zanîn jî, PKK li dijî dewleta kurdî ye û bo berjewendiyên welatên herêmê dijîtiya her xebatekê dike ku bo avakirina dewleta kurdî were kirin.

Bi gotina Bêşîkçî, ji ber ku PDK partiyeka serxwebûnxwaz e û rêbertiya referandoma serxwebûna Kurdistanê kir, berdewam rastî êrişa PKKê tê.