Asayişa Helebcê: Teqîna îro rûdaneka xwekuştinê bû Asayişa Helebcê: Teqîna îro rûdaneka xwekuştinê bû
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Asayişa Helebcê: Teqîna îro rûdaneka xwekuştinê bû

BasNews – Asayişa Helebcê ragihand, ew teqîna îro rûdaneka xwekuştinê bûye.

Îro danê sibê li Helebcê teqînek rû da, di wê teqînê de kesek hat kuştin.

Asayişa Helebcê li ser wê teqînê daxuyaniyek da û ragihand, ew teqîn rûdaneka xwekuştinê bû ji ber ku xortekî 29 salî bi navê Rêkan Tehsîn Fetah bi narincokê xwe kuşt.

Asayişê da zanîn jî, ji ber wê jî bila ti kes netirse û ew teqîn rûdaneka xwekuştinê bûye.

Heta niha nayê zanîn wî xortî çima xwe kuştiye.