Bi wêne…Li Duhokê helmetekî xwînbexşînê destpê kir Bi wêne…Li Duhokê helmetekî xwînbexşînê destpê kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bi wêne…Li Duhokê helmetekî xwînbexşînê destpê kir

Lezgîn

BasNews – Li parêzgeha Duhokê helmetekî xwînbexşînê destpê kir û rêveberî bank a xwînê ya Duhokê jî ragehand, xelkê Duhokê û rêxistin serdana banka me dikin û xwîn dibexşin.

Rêveberê bank a xwînê ya Duhokê Adil Ebdulselam ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 14.06.2021ê roja cîhanî ya xwînbexşînê ye, ji ber wê jî xelkê Duhokê û sendîka û rêxistin bi armanca xwînbexşînê serdana banka me dikin. Hêvîdarim îro rêjeyekî zêde ya xelkê guh bidin bangevaziya me û bên xwîn bibexşînin.’’

Herwaha got: ‘’Em rojane pêwîstiya me bi hemû cure xwînê heye, bi taybet nexwaşên talasimayê û çend nexwaşekî din hene rojane pêwîstiya wan bi xwînê heye.’’

Rêveberê banka xwînê ya Duhokê got: ‘’Ev helmeta xwînbexşînê dê berdewam be, hejmarekî zêde ya xelkê serdana banka xwînê kirine û dê berdewam be.’’