Li Nîjeryayê di êrîşeke çekdarî de 12 kes mirin Li Nîjeryayê di êrîşeke çekdarî de 12 kes mirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Nîjeryayê di êrîşeke çekdarî de 12 kes mirin

Rukiye Mistefa

BasNews – Li Nîjeryayê ji aliyê kesên çekdar ve êrîşek pêkhat û 12 kesan jiyana xwe ji dest da.

Fermandarê polîsê eyaleta Soko Sanusî Abubakar ragehand, ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve êrîşeke çekdarî li Maikujera ya ser bi herêma Rabahê pêkhatiye û di êrîşê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne

Sanusî Abubakar ragehand, tê gotin kesên çekdar hin rûniştvanên herêmê revandine, lê ew gotegot nerast in.

Li Nîjeryayê ji ber kesên çekdar di demên dawî de bi motosîkletan êrîş pêkdianîn, li wî welatî bikaranîna motosîkletan li hin eyaletan hatibû qedexe kirin.