Parlamenterekî berê yê YNKê gendeliyekî li Silêmaniyê aşkera kir Parlamenterekî berê yê YNKê gendeliyekî li Silêmaniyê aşkera kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Parlamenterekî berê yê YNKê gendeliyekî li Silêmaniyê aşkera kir

BasNews – Parlamenterekî YNKê yê dema çarem a Parlamentoya Kurdistanê gendeliyekî li parêzgeha Silêmaniyê aşkera kir.

Parlamenterê berê yê YNKê Zana Ebdulrehman di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Li ser erkdar kirina sekreterê giştî yê YNKê yê koça dawî kirî Mam Celal biryara ava kirina kargeha kevir û madenê bi nirxê 13 milyon Euro li Şarbajêr hatibû dayîn.

Zana Ebdulrehman ragehand: ‘’Ava kirina kargehê ji şîrketeke Îtalî re hatibû dayîn, lê şîrketê 5 milyon Euro bir û kargeh bi temamnekirî bicîh hêla.’’

Parlamenterê YNKê aşkera kir, ew kargeh bi dizî ve kirin kargeha cigareyên sexte û cîhê çêkirina alkola sexte.

Zana Ebdulrehman got, ‘’Kes nizane kî ew kiriye û çawa kiriye’’ û dibêje: ‘’Kargeh tejî kirine ji karkerên Bengladeşî û biyanî.’’

Zana Ebdulrehman diyar kir, kargeha kevirê mermer ê Mawet mulkê xelkê resen ê Şarbajêr e û ti bazirgan û ti kesek nikare bixe xizmeta xwe.