Li Helebce teqînek pêkhat Li Helebce teqînek pêkhat
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

BasNews – Li taxa Şaredarî ya Helebcê teqînek pêkhat û li gor zanyariyên destpêkê kesekî jiyana xwe ji dest da.

Îro 14.06.2021ê li Parka Aştî ya li taxa Şaredarî ya Helebcê dengê teqînekî hate bîhîstin û li gor zanyariyên berdest ji ber teqînê jî kesekî jiyana xwe ji dest da.

Herwaha heta naha sedemê teqînê bi fermî nehatiye aşkera kirin, lê nasnameya wî kesê jiyana xwe ji dest daye aşkera bûye û xelkê sînorê parêzgeha Helebcê ye.

Li gor şahidên bûyerê ew kesê ji ber teqînê jiyana xwe ji dest daye, telefon di dest de bûye û berî teqînê jî û piştî teqînê jî telefona wî pir lêdaye.