BasNews – Qaymeqamê bajarokê Amêdiyê dibêje, ji ber şerê PKK û Tirkiyê xizmetguzarî negihîştiye gelek gund û deverên sînorî.
Qaymeqamê Amêdiyê, Îsmaîl Mistefa ji BasNewsê re got, çendîn caran hikûmeta Kurdistanê biryar da xizmetguzariyê bigehîne gund û deverên sînorî. Lê ji ber şerê PKK û Tirkiyê ew pilan hemû wisa mane û nehatine cîbicîkirin.
Îsmaîl Mistefa her wiha got, devera Amêdiyê devereka tûrîstî ye, eger şerê PKK û Tirkiyê nebûya dê li wir gelek pirojeyên tûrîstî hatiba cîbicîkirin, ji bilî pirojeyên çandiniyê. Lê PKK û Tirkiyê nahêlin.
Qaymeqamê Amêdiyê da zanîn jî, çendîn caran bûdce bo pirojeyên tûrîstî û çandinî û xizmetguzariyê hatiye terxankirin lê her carê ji ber şerê hatiye sekinandin. Daxwaza me ew e şer û alozî ji vir were dûrxistin da ku devera me aram bibe.