BasNews – Wezareta Derve ya Amerîka êrîşa li ser nexweşxaneya Efrînê şermezar kir û daxwaza agibesteke giştî li seranserî Sûriyê kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price di daxuyaniyekê de êrîşa li ser nexweşxaneya Şîfa ya li Efrînê şermezar kir û ragihand, nabe kesên sivîl û jêrxaneya bajêr û di nav de nexweşxane bibin armancên karên leşkerî.
Diyar kir jî, di dema dawî de tundûtûjî li bakur û bakurê rojavaya Sûriyê zêde bûye û ev êrîşa li ser Efrînê beşek ji wê tundûtûjiyê ye.
Herwaha got: Êrîşa li ser Efrînê, beşek ji gurbûna tundûtûjiya vê dawiyê ya li bakur û bakurê rojavaya Sûriyê ye û daxwaz kir, agirbesteke giştî li seranserî Sûriyê were ragihandin û tundûtûjî were rawestandin.
Pêr 12ê Hezîranê hejmarek mûşek li taxên sivîl û nexweşxaneya Şîfa ya Efrînê ketin û di encamê de 17 kesên sivîl şehîd bûn û derdora 40 kesî jî birîndar bûn.