BasNews – Li devera Riyaz ya Kerkûkê birca elektirîkê hat teqandin û xelkê wir di tariyê de man.
Wezareta elektirîka Iraqê ragihandiye, duhî li nêzîkî gundê Dawûd Elûkê yê nahiya Riyaz ya Kerkûkê, birceka elektirîkê hat teqandin ku elektirîka Kerkûk û Geyare vediguhest.
Wezaretê her wiha da zanîn, ji ber wê teqînê birc têk çûye û xelkê wê deverê di tariyê de mane.
Li gorî agahiyên wezaretê, tîmên elektirîkê dest bi çêkirina wê birca elektirîkê kirine û dê di demek kurt de xilas bikin.