BasNews- Dubare doza girtinê ji aliyê dozgerê ku berê jî doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP kiribû ve hat vekirin. Siyasetmedarên opozisyonê jî ragihandin ku girtina HDPê çi pirsgirêkêk çareser nake û dê pirsgirêkan kûrtir bike.
Bi hinceta ku HDP bûye navenda kiryarên terorî û qesta yekseriya dewleta Tirk dike, dubare doza girtinê hat vekirin û îdianameya ku ji aliyê Dozgerê Darazê yê Komarî Bekir Şahîn ve hatiye amade kirin, cara duyemîn ji bo Dadgeha Bingehîn ya Tirkiyeyê hat radestkirin. Bekir Şahîn di 17ê Adarê de jî doz vekiribû, lê ji ber di dosyayê de îdia nehatine piştrastkirin, doz vekirin hatibû redkirin.
Hevserokê HDPê yê Diyarbekirê Zeyad Ceylan jî bal kişand ku her carê ku partiyên wan hatine girtin, bi siyaseteke xurttir, xwe domandine û kî ku ji vê dozê jî çi hêvî dike bila bizanin ku ewê jî negihin wan daxwazên xwe. Ceylan daxuyand ku ew ji bo her hewladan û encamê amade ne û dê dîsa li gor bi rêyên aştiyane çareseriya pirsgirêkên hewlên xwe bidomînin.
Zeyad Ceylan ji K24ê re diyar kir: “Yên ku dixwazin HDPê bigrin, piştgir û alîgirên HDP’ê zeîf û belav bikin an jî berê hilbijêr û piştgirên HDP’ê bidin xwe; bila li dîrokê û kevneşopiyê binihêrin. Her carê ku partiyên me hatine girtin, em bêtir xurttir bûn, dengê me zêdetir bûn û elternatifên me jî her tim hebûn. Yanî ewên ku dixwazin HDP’ê bigrin û jê sûd werbigrin, dengên berê piştgirên HDP’ê ber xwe ve bibin, dê ew xeyalên wan di qirika wan de bimîne.”
Girtina HDP’ê ango girtina partiyên siyasî li Tirkiyeyê ji bo partiya desthilat Ak-Partî jî mijareke fikarê ye. Ji ber ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî rêvebirên Ak-Partî jî girtina partiyan rast nebinin, lê şirîkê tifaqê MHP jî di daxwaza girtina HDPê de bi biryar û rik e.
Hiqûqnas û Serokê Patiya Demokrasî û Pêşdeçûnê DEVA yê Diyarbekirê Cîhan Ulsen jî, balê dikşîne ku partiyên opozisyonê jî bi girtina partiyên siyasî cezakirina civakê rast nabînin û wek Partiya DEVA ew jî vekirina doza girtinê rast nabînin.
Cîhan Ulsen ji K24ê re eşkere kir : “Di vê meseleyê de aliyê hiqûqî û siyasî mirov nikare ji hev cuda bike. Sedema ku ji aliye Dadgeha Bingehîn a Tirkiyeyê ve daxwaza vekirina dozê nehatibû pejirandin, nebûyîna diyardeyên îdeayan bû. Piştî 3 mehan tişteke din jî neguhêrî lê dîsa daxwaza dozê hatiye kirin. Ez ne bawerim ku HDP bê girtin û em rast jî nabînin. Lê heger ku dîsa hiqûq bê binpê kirin, li Tirkiyeyê her tişt dikare pêk were. Heger sûc hebe, bersûc jî diyarbin, divê ew kes bên ceza kirin, ne ku partî bên girtin û civak bê ceza kirin. Loma jî girtina HDPê, ne tenê girtina HDPê ye, cezakirina civakê ye.”
Di 7ê Hezîranê de daxwaznameya doza girtina HDP’ê ku ji 850 rûpelan pêk tê û li gel girtina HDP’ê daxwaza qedexeya siyasetê ya 500 siyasetmedaran tê kirin ji bo Dadgeha Bingehîn a Tirkiyeyê duyemîn car hat radest kirin, niha dê ew doz bê vekirin an na û dê çi biryar bê dayîn jî ciyê meraqê ye.