BasNews- Îro roja yekşemê 13.06.2021ê li herêma zindana Badoş li rojavayê Mûsilê goreke bikomî hat vekirin û 123 term jê hat derxistin.
Rojname Şarqul Ewset di raportekê de aşkere kiriye yek ji gorên bikomî yên rêxistina terorîst a DAIŞê li rojavayê Mûsilê hatiye vekirin û 123 term ji wê gora bi kom hatine derxistin.
Herwiha ligor raporta Şerqûl Ewsetê ew term ji bo pişkinîna DNAyê hatine şandin û piştî raporên pizîşkî wê nasnameyan wan qurbaniyan werin aşkerekirin.
Rêxistina terorîstî ya DAIŞê di Hezîrana 2014an de êrîşî Mûsilê kir û nêzîkî 600 zindaniyên zindana Badoş li rojavayê Mûsilê kuştin û di sala 2017an de hat zanîn ku ew bi gorên komî hatine veşartin.
Ligor zanyariyan raportên Neteweyên Yekbûyî DAIŞê li seranserî Iraqê 200 gorên bi kom li dû xwe hiştine û tê texmînkirin 12 hezar kes di wan gorên bi kom de hene. Desthilata DAIŞê ji sala 2014an heta 2017an li Iraqê berdewam kir.