BasNews- Wezareta Tendrustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 3 hezar û 952 kesên din bi nexweşiya ketine û 15 kes jî bi Koronayê mirine.
Îro roja yekşemê 13.06.2021ê Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn di heyama 24 saetên dawîn de li seranserî Iraqê 3 hezar û 952 kesên din bi Koronayê ketine û 4 hezar û 29 kes jî baş bûne û 15 kes jî bi Koronayê mirine.
Herwiha heta niha li seranserî Iraqê 1 milyon û 254 hezar û 643 kes bi Koronayê ketine û 1 milyon 172 hezar û 227 kes baş bêne û 16 hezar û 705 kes jî bi Koronayê mirine.