Helmet Bitwênî
BasNews – Rêveberê bajarokê Helşo ya sînorê qeza Pişderê ragehand, ji ber bombebaran balefirên şer 4 kesan di otomobîlekî de jiyana xwe ji dest dane.
Rêveberê bajarokê Helşo Bekir Weysî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber bombebarana otomobîlekî ji aliyê balefirekî şer ve li ser rêya gundê Kanîlan ku rêyekî giştiye û avayî li ser in, 4 kesên di wê otomobîlê de jiyana xwe ji dest dane.’’
Herwaha got: ‘’Qurbaniyên bûyerê bedena wan hemû şewitiye û nayên naskirin. Ji ber wê jî lijneyekî lêkolînê ji bo nasîna wan hatiye pêkanîn û tîmên berevaniya şaristanî ya sînor jî di hewla kontrol kirina agir de ne, ji ber ku piştî bombebaranê agir bi aqar ketiye.’’