BasNews – Fermandeyê hêza 80 ya Pêşmerge dibêje, bi fermana Serok Mesûd Barzanî pêngavên piratîkî yên girêdana hêza 80 bi Wezareta Pêşmerge ve dest pê kirine.
Fermandeyê hêza 80 ya Pêşmerge, ku wek hêza PDKê jî tê binavkirin, Necat Elî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, piştî ku Serok Barzanî ferman da divê hêza 80 bi Wezareta Pêşmerge ve bê girêdan, me dest bi pêngavên piratîkî kirin.
Necat Elî her wiha got, em dê tevahiya hêza 80 di çarçoveya çend lîwayan de kom bikin û bi Wezareta Pêşmerge ve girêbidin.
Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn jî, ji bilî Wezareta Pêşmerge divê ev yek ji aliyê encumena wezîran ve jî were pesendkirin û got, em nizanin dê hêza 80 bibe çend lîwa, lê ya girîng ew e ku dê wek lîwa bên rêxistinkirin.
Li ser hêza 70 ya YNKê jî ku gelo dê ew jî bi Wezareta Pêşmerge ve bên girêdan yan na, Necat Elî got, haya me ji wan nîne û ez bawer nakim vê gavê tiştekî bikin.
Li Herêma Kurdistanê, beşek mezin ji hêzên Pêşmerge û çekdar girêdayî partiyên siyasî bi taybet PDK û YNKê ne.