Rukiye Mistefa
BasNews – Li Çînê ji ber teqîna gaza xwezayî herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 37 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Li bajarê Shiyan a ser bi eyaleta Hubei îro serê sibehê teqîneke gaza xwezayî pêkhat û derdor hemû belav kir.
Di encama teqînê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 37 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Li gor agahiyên destpêkê teqîna gaza xwezayî ji ber şidyayîbûna zêde pêkhatiye.
Herwaha li herêmê tîmên rizgar kirinê xebatên xwe yên lêgerînê berdewam dikin.