Diyarî Ehmed
BasNews – Demeke hêzên ewlehiyê yên sepandî li sînorê Xurmatû, berhemên cotkaran di nav zeviyan de jê dikin û didizin, aliyên fermî yên pêwendîdar jî ti helwêstekî li hember wan nîşan nadin.
Cotkarekî kurd ê sînorê gundê elbûsebah a ser bi qeza Xurmatû ku nexwast navê wî bê aşkera kirin ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha dema pêgeheştina berhemên zebeş, bacan, bamye, tirûzî û çend berhemeke din e û hejmareke zêde jî cotkarên li sînorê Xurmatû vê alî û aliyê din ê rêya navbera Xurmatû û Daqûqê kiştûkalî kirine, ku zêdetir ji 30 kîlometre ye, di her mesafeyekî kêm û nêzîkî hev ên wan zeviyên kiştûkaliyê de milîsên Heşdî Şeibî xalên serbazî danîne.’’
Herwaha got: ‘’Cotkar zêdetir bi roj di nav zeviyên xwe de ne û bi şev lê nînin. Ew hêzên ewlehiyê yên li navçeyê rawestgeh û xalên kontrolê danîne li navçeyê hatine belav kirin, bi şev berhemê ked û westandina wan cotkaran didizin. Tenê bi wê jî narawestin ku hinekê jêbikin, piraniya wê jêdikirin û dibin.’’
Cotkarê kurd got: ‘’Îdareya bajar jî li hember wan kiryarên hêzên sepandî û milîs bê helwêste û ti bertekekî nîşan nade. Waha jî tenê zerer û ziyan digehe cotkaran.’’