Li Kelarê otomobîlekê li polîsekî da û kuşt Li Kelarê otomobîlekê li polîsekî da û kuşt
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Kelarê otomobîlekê li polîsekî da û kuşt

BasNews – Li bajarê Kelar yê Herêma Kurdistanê polîsek di rûdana tirafîkê de canê xwe ji dest da.

Berdevkê polîsê devera Germiyan, Elî Cemal Qudûrî ji BasNewsê re got, îro danê sibê otomobîlekê li polîsekî bi navê  Erkan Udedîn Îbrahîm da û wî polîsî canê xwe ji dest da.

Elî Cemal Qudûrî her wiha got, şofêrê otomobîlê li polîs dabû û reviyabû lê piştî demek kurt ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.