Serokwezîrê Yûnanistanê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re: Serdana we serdaneka dîrokî bû Serokwezîrê Yûnanistanê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re: Serdana we serdaneka dîrokî bû
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokwezîrê Yûnanistanê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re: Serdana we serdaneka dîrokî bû

BasNews – Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Mîtsotakîs li ser serdana şanda hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, serdana şanda hikûmeta Kurdistanê serdaneka dîrokî bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda pê re ku duhî ji Brûkselê derbasî Atînaya paytexta Yûnanistanê bibûn, îro bi serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Mîtsotakîs re hevdîtin pêk anîn.

Di civînê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê û rewşa Iraq û deverê hat axaftin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê behsa pêwendiyên dostane û dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê kir û amadehiya Kurdistanê bo pêşxistina pêwendiyên xwe bi hikûmeta Atînayê re bi taybet di warên bazirganî û berhemanînê de nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji serokwezîrê Yûnanistanê jî kir di demek nêzîk de serdana Kurdistanê bike.

Serokê hikûmeta Yûnanistanê jî kêfxweşiya li hember serdana şanda Kurdistanê anî ziman û ragihand, serdana şanda hikûmeta Kurdistanê bo Atîna serdaneka dîrokî ye ji ber ku ev cara yekemîn e serokê hikûmeta Kurdistanê serdana wî welatî dike.

Serokwezîrê Yûnanistanê pêşwazî li wê yekê jî kir ku amade ye pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re di hemû waran de pêş bixin.

Serokê hikûmeta Yûnanistanê da zanîn jî, dê di demek nêzîk de serdana Kurdistan û Iraqê bike.

Di civîna her du aliyan de behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê her wiha metirsiya terorê û çend mijarên din hatin axaftin.